Evdirrehîm Rehmî Hekkarî û Berhemên Wî Yên Ji Bo Biçûk, Ciwan û Jinan

dc.contributor.authorTek, Ayhan
dc.date.accessioned2026-07-13T12:11:41Z
dc.date.issued2019
dc.departmentMuş Alparslan Üniversitesi
dc.description.abstractEvdirrehîm Rehmî Hekkarî, wek nivîskar û rewşenbîrekî tesîreke mezin li edebiyata Kurdî kiriye. Wî di gelek kovar û rojnameyên wek Jîn , Serbestî û Ehli Sünnet ê de nivîs belav kirine. Ligel wê hêbetek kitêb jî li paş xwe hêlane. Rehmî Hekkarî zêdetir bi helbestên xwe yên Kurdî -yên ku di Jîn ê de belav bûne- û nivîsên xwe yên Ehli Sünnet ê de weşiyane dihête nasîn. Lê ji ber ku berhemên wî hemû negeheştine ber destê xwendevanan gelek aliyên wî yên dî nehatîne zanîn. Ji wan yek a girîng ku em jî dê di vê gotarê de behsê jê bikin, nivîskariya wî ya derbarê zarok, ciwan û jinan de ye. Rehmî Hekkarî hem bi Kurdî hem jî bi Tirkî, gelek berhem ji bo biçûkan nivîsîne ku di nav wan de yên rasterast bo zarokên xwe nivîsîne gelek balkêş in. Lewra wî ji bo her çar zarokên xwe bi navê wan, çar berhemên cuda nivîsîne. Ji bilî wan, du berhemên dî yên Tirkî hene ku dîsa ji bo biçûkan nivîsîne. Dîsa hem di kovara Jîn ê de hem jî di Gaziya Welat-1 ê de wî bang li zarokan kiriye. Helbet tabloyên kêşana lêkerên Kurdî ku bi kovara Jîn ê ji bo zarok û ciwanên Kurd hatine belavkirin jî di tarîxa edebiyata Kurdî de ciheke girîng digirit. Bi vî şiklî ew aliyên taybet yên Evdirrehîm Rehmî Hekkarî zêde nahên nasîn, em jî dê di vê gotarê de hewl bidin ku wan pêşkêş bikin da ew nivîskar zêdetir bête nasîn. Lê ji ber ku naverok û mijarên wan berheman berfireh in em dê di vê gotarê de tenê behsa berhemên Rehmî Hekkarî yên Kurdî bikin.
dc.identifier.dergipark482784
dc.identifier.endpage71
dc.identifier.issn2147-6659
dc.identifier.issn2687-6388
dc.identifier.issue1
dc.identifier.orcid0000-0002-9862-6938
dc.identifier.startpage51
dc.identifier.urihttps://hdl.handle.net/20.500.12639/8374
dc.identifier.volume4
dc.institutionauthorTek, Ayhan
dc.language.isotr
dc.publisherMardin Artuklu Üniversitesi
dc.relation.ispartofThe Journal of Mesopotamian Studies
dc.relation.publicationcategoryMakale - Ulusal Hakemli Dergi - Kurum Öğretim Elemanı
dc.rightsinfo:eu-repo/semantics/openAccess
dc.snmzKA_DergiPark_20250701
dc.subjectEvdirrehîm Rehmî Hekkarî
dc.subjectRewşenbîrî
dc.subjectEdebiyata Zarokan
dc.subjectCiwan
dc.titleEvdirrehîm Rehmî Hekkarî û Berhemên Wî Yên Ji Bo Biçûk, Ciwan û Jinan
dc.title.alternativeEvdirrehim Rehmi Hekkari and His Works for Children, Youth and Women
dc.typeArticle

Dosyalar