Evdirrehîm Rehmî Hekkarî û Berhemên Wî Yên Ji Bo Biçûk, Ciwan û Jinan

Yükleniyor...
Küçük Resim

Tarih

Yazarlar

Dergi Başlığı

Dergi ISSN

Cilt Başlığı

Yayıncı

Mardin Artuklu Üniversitesi

Erişim Hakkı

info:eu-repo/semantics/openAccess

Özet

Evdirrehîm Rehmî Hekkarî, wek nivîskar û rewşenbîrekî tesîreke mezin li edebiyata Kurdî kiriye. Wî di gelek kovar û rojnameyên wek Jîn , Serbestî û Ehli Sünnet ê de nivîs belav kirine. Ligel wê hêbetek kitêb jî li paş xwe hêlane. Rehmî Hekkarî zêdetir bi helbestên xwe yên Kurdî -yên ku di Jîn ê de belav bûne- û nivîsên xwe yên Ehli Sünnet ê de weşiyane dihête nasîn. Lê ji ber ku berhemên wî hemû negeheştine ber destê xwendevanan gelek aliyên wî yên dî nehatîne zanîn. Ji wan yek a girîng ku em jî dê di vê gotarê de behsê jê bikin, nivîskariya wî ya derbarê zarok, ciwan û jinan de ye. Rehmî Hekkarî hem bi Kurdî hem jî bi Tirkî, gelek berhem ji bo biçûkan nivîsîne ku di nav wan de yên rasterast bo zarokên xwe nivîsîne gelek balkêş in. Lewra wî ji bo her çar zarokên xwe bi navê wan, çar berhemên cuda nivîsîne. Ji bilî wan, du berhemên dî yên Tirkî hene ku dîsa ji bo biçûkan nivîsîne. Dîsa hem di kovara Jîn ê de hem jî di Gaziya Welat-1 ê de wî bang li zarokan kiriye. Helbet tabloyên kêşana lêkerên Kurdî ku bi kovara Jîn ê ji bo zarok û ciwanên Kurd hatine belavkirin jî di tarîxa edebiyata Kurdî de ciheke girîng digirit. Bi vî şiklî ew aliyên taybet yên Evdirrehîm Rehmî Hekkarî zêde nahên nasîn, em jî dê di vê gotarê de hewl bidin ku wan pêşkêş bikin da ew nivîskar zêdetir bête nasîn. Lê ji ber ku naverok û mijarên wan berheman berfireh in em dê di vê gotarê de tenê behsa berhemên Rehmî Hekkarî yên Kurdî bikin.

Açıklama

Anahtar Kelimeler

Evdirrehîm Rehmî Hekkarî, Rewşenbîrî, Edebiyata Zarokan, Ciwan

Kaynak

The Journal of Mesopotamian Studies

WoS Q Değeri

Scopus Q Değeri

Cilt

4

Sayı

1

Künye

Onay

İnceleme

Ekleyen

Referans Veren