Ji Perspektîfa Teoriya Polîsîstemê Rol û Karîgeriya Wergêranê di Geşedana Edebiyata Kurdî da

Yükleniyor...
Küçük Resim

Tarih

Dergi Başlığı

Dergi ISSN

Cilt Başlığı

Yayıncı

Erişim Hakkı

info:eu-repo/semantics/openAccess

Özet

Teoriya polîsîstemê teoriyek e ku wergêranê di peywenda çandê da vedikole. Li gor teoriya polîsîstemê çand ji gelek sîsteman pêk hatiye. Edebiyat jî di nav wan sîsteman da sîstemeke pir-tebeqeyî (multi-layered), yanî polîsîstemek e ku ji gelek sîstemên edebî pêk hatiye. Wergêrana edebî yek ji wan sîsteman e ku polîsîstema edebiyatê ava dikin. Wergêrana edebî di înşa, şêwegirtin û geşedana polîsîstema edebiyatê da xwedî roleke diyarker e. Di vê gotarê da, di peywenda van agahiyan da me bala xwe da wergêrana kurdî ya edebî û rol û giringiya wergêranê di derçûn, şêwegirtin û geşedana edebiyata kurdî da. Vekolîn, bi wergêran û edebiyata kurdiya Bakur (kurmancî) hate bisînorkirin ku qonaxên edebiyata kurdî ya Sovyet, Hawar, Swêd û Bakur vedigire. Di encamê da hate dîtin ku ji destpêka edebiyata kurdî ya modern heta niha di şexsiyeta nivîskarên kurd ên sereke û pêşeng da wergêran bûye qadeke ceribîner bo wergirtina zimanê edebî, berfirehkirina sînor û derfetên kurdî, keşifkirina dewlemendî û potansiyela kurdî. Herweha wergêran bo wergêrên kurd bûye zemîneke tecrubekirin û pratîzekirina nivîsandinê, dergeheke derbasbûyînê ji wergêriyê ber bi berhemdayînê yan jî qadeke xurtkirina nivîskariyê. Ev jî destnîşan dike ku bi taybetî di peywenda zimanî û tecrubeya nivîskariyê da rol û karîgeriyeke erênî ya wergêranê çêbûye di geşedana edebiyata kurdî ya modern da.

Açıklama

Anahtar Kelimeler

Teoriya Polîsîstemê, Edebiyata Kurdî ya Modern, Wergêran, Înşa û Geşedana Edebiyatê, Kurdiya Bakur (kurmancî)

Kaynak

Anemon Muş Alparslan Üniversitesi Sosyal Bilimler Dergisi

WoS Q Değeri

Scopus Q Değeri

Cilt

12

Sayı

1

Künye

Onay

İnceleme

Ekleyen

Referans Veren