[KU] Berberîya Evîn û Nasnameyê û Rewsa Trajîk di Romana Sîya Evînê da
Tarih
Yazarlar
Dergi Başlığı
Dergi ISSN
Cilt Başlığı
Yayıncı
Erişim Hakkı
Özet
[KU] Trajîka ku di puxta jîyanê û ya meriv da heye, xwe li ser meriv û bûyeran va dide nîsan. Trajîk; berberî, hilbijartina mecbûrî, wêranî û êsê dihewîne. Wek rastîyeke meriv trajîk, di dîrokê da zêdetir bala kesên ku bi felsefe, edebîyat, sano û hunerên dîtbarîyê va mijûlin kisandiye ku ew li ser trajîkê hûr bûne, wê lêkolîn kirine, herwiha trajîkê di berhemên xwe da dane nîsan. Kirûya trajîkê, di serî da di tragedyayên Yewnana kevn da cih girtiye, rihê wê serdema pirxwedayî û çarenûsa karakterên malmezin ya ku bi têkçûnekê bi encam dibû, di sanoyên wê serdemê da derketiye li pês bîneran. Di serdema nûjen da, xêncî berhemên tragedyayê, ku girîngîya wan kêm bûye, bi taybet di romana ku rewacê da bû, bûyer, rews û karakterên trajîk yên ku rihê serdema nûjen nîsan dane, derdikevin li pês xwîneran. Ya ku trajîk e bi awayên cihêreng xwe nîsan bide jî, ew zêdetir di qada nirxan da û di berberîya nirxan da derdikeve der. Di rewsa trajîkê da kes, bi du nirxên erênî va ribirû dimîne ku divê yek ji wan hilbijêre, dema ku ji wan yekî hildibijêre, nirxa din ji holê radike û ev hilbijartina mecbûrî, wî/wê ber bi wêranbûnekê va dixijikîne. Evîn û nasname di cihana nirxan da du hêmanên girîng in. Evîn, hesteke xurt û bengî ya meriv e, ku ew ji bo meriv û jîyanê çavkanîyeke enerjîyê ye. Ew, di heman demê da nirxeke çêker û gihaner e. Nasnameya ku aîdîyetan dihundirîne, li ser bingeha cudatîyan, li ser kîbûn û ji kûbûna kes yan jî komekê radiweste, bi vî awayî kes û komê dide nasîn. Evîn, ku hesteke xurt û nirxeke bilind ya merivayetîyê ye û nirxên nasnameyî ku ji bo kes û komê girîng in, di serdema nûjen da wek du nirx û mijarên berberîyê, bûne çavkanîya derbûna puxta trajîk, ya ku di meriv da heye. Evîn û nasname du temayên sereke yên romanên Mehmed Uzun (1953-2007) in ku yek ji wan romanan Sîya Evînê ye. Romana Sîya Evînê rewseke trajîkê dihewîne ku ev xebat di vê romanê da li ser berberîya du nirxan, ya evîn û nasnameyê radiweste, jînenîgarîya trajîk ya ronakbîrekî Kurd yê ku di navbera van herdu nirxan da maye, hilbijartinek kiriye û ber bi rewseke trajîk va xijikîye hur dibe, rewsa trajîk ya ku di romanê da derdibe, radixe li ber çavan.
Trajîka ku di puxta jîyanê û ya meriv da heye, xwe li ser meriv û bûyeran va dide nîsan. Trajîk; berberî, hilbijartina mecbûrî, wêranî û êsê dihewîne. Wek rastîyeke meriv trajîk, di dîrokê da zêdetir bala kesên ku bi felsefe, edebîyat, sano û hunerên dîtbarîyê va mijûlin kisandiye ku ew li ser trajîkê hûr bûne, wê lêkolîn kirine, herwiha trajîkê di berhemên xwe da dane nîsan. Kirûya trajîkê, di serî da di tragedyayên Yewnana kevn da cih girtiye, rihê wê serdema pirxwedayî û çarenûsa karakterên malmezin ya ku bi têkçûnekê bi encam dibû, di sanoyên wê serdemê da derketiye li pês bîneran. Di serdema nûjen da, xêncî berhemên tragedyayê, ku girîngîya wan kêm bûye, bi taybet di romana ku rewacê da bû, bûyer, rews û karakterên trajîk yên ku rihê serdema nûjen nîsan dane, derdikevin li pês xwîneran. Ya ku trajîk e bi awayên cihêreng xwe nîsan bide jî, ew zêdetir di qada nirxan da û di berberîya nirxan da derdikeve der. Di rewsa trajîkê da kes, bi du nirxên erênî va ribirû dimîne ku divê yek ji wan hilbijêre, dema ku ji wan yekî hildibijêre, nirxa din ji holê radike û ev hilbijartina mecbûrî, wî/wê ber bi wêranbûnekê va dixijikîne. Evîn û nasname di cihana nirxan da du hêmanên girîng in. Evîn, hesteke xurt û bengî ya meriv e, ku ew ji bo meriv û jîyanê çavkanîyeke enerjîyê ye. Ew, di heman demê da nirxeke çêker û gihaner e. Nasnameya ku aîdîyetan dihundirîne, li ser bingeha cudatîyan, li ser kîbûn û ji kûbûna kes yan jî komekê radiweste, bi vî awayî kes û komê dide nasîn. Evîn, ku hesteke xurt û nirxeke bilind ya merivayetîyê ye û nirxên nasnameyî ku ji bo kes û komê girîng in, di serdema nûjen da wek du nirx û mijarên berberîyê, bûne çavkanîya derbûna puxta trajîk, ya ku di meriv da heye. Evîn û nasname du temayên sereke yên romanên Mehmed Uzun (1953-2007) in ku yek ji wan romanan Sîya Evînê ye. Romana Sîya Evînê rewseke trajîkê dihewîne ku ev xebat di vê romanê da li ser berberîya du nirxan, ya evîn û nasnameyê radiweste, jînenîgarîya trajîk ya ronakbîrekî Kurd yê ku di navbera van herdu nirxan da maye, hilbijartinek kiriye û ber bi rewseke trajîk va xijikîye hur dibe, rewsa trajîk ya ku di romanê da derdibe, radixe li ber çavan.










