Mela ‘Eladînê Kopî û Berhema Wî ya "Dîwan-Rezê Jiyanê”
Dosyalar
Tarih
Yazarlar
Dergi Başlığı
Dergi ISSN
Cilt Başlığı
Yayıncı
Erişim Hakkı
Özet
Mela ‘Eladînê Kopî yek ji wan alim, nivîskar û şa‘irên ji herêma Mûşê ye. Kopî, di sala 1939an de li gundê Melemistefa ya Kopê hatiye dunyayê. Ew li herêma Mûşê li ber destê alim û melayên cuda, di gelek medreseyan de perwerdeya xwe ya ilmî temam dike. Piştre li gelek gundên Mûşê di navbera salên 1966-1994an de melatî dike. Kopî, piştî ku malnişîn dibe qasî 13 salan li gelek dewletên Ewrûpayê melatiya xwe didomîne. A niha li Kopê li mala xwe bi nivîsîna kitêban re mijûl dibe. Çar berhemên Mela ‘Eladînê Kopî hene ku bi rêzê wiha ne: Dîwan-Rezê Jiyanê, Tûrê Derwêş, wergera hinek çîrokên Nushetu’l-Mecalîs û Jiyana Pîroz a Resûlullah. Di vê gotarê de em ê li ser Dîwan-Rezê Jiyanê bisekinin û ji hêla naverokê ve tehlîla wê bikin.
Mullah ‘Aladdin Kopi is one of those scholars, writers and poets from the region of Muş. Kopi was born in 1939 in the village Melemistefa of Kop/Bulanık, and completed his religious-treatise education in many madrasas in the region of Muş under the tutelage of various scholars and mullahs. He worked as imam in many villages of Muş between 1966 and 1994. He continued to be an imam in many European countries for as long as 13 years after retirement. He is currently writing his books at his home in Kop.Mullah ‘Aladdin Kopi has written four books which are in the following order: Diwan-Rezê Jiyanê, Tûrê Derwêş, translation of some stories of Noz'hat al-Maj?les and the Holy Life of Rasûlullah. In this article we will focus on the Diwan-Rezê Jiyanê and analyze its content.










