Estetîk û Cureyên Wê Di Şiîrên Melayê Cizîrî de
Tarih
Yazarlar
Dergi Başlığı
Dergi ISSN
Cilt Başlığı
Yayıncı
Erişim Hakkı
Özet
Di dirêjahiya sedsalên serdema edebiyata klasîk de estetîk yek ji wan mijarên bingehîn e ku edîb û şair li ser sekinîne. Têgeha ciwaniyê çawa wek babeteke girîng a şiîr û edebiyata klasîk e, her wisa qadeke felsefeya lêgerîna ciwaniyê ye ku jê re tê gotin “estetîk”. Ciwanî ji hêla piraniya şairên serdema navîn ve li ser hêmanên hevpar û bi heman şêweyî hatiye teswîrkirin. Digel vê yekê ew ciwaniya ku bi uslûbeke standart ve dihate ziman, bi rêya vegotinên alegorîk, girîft û pirmane ya her şairekî, rewş û rehendeke mukemel û xweser wergirtiye. Ciwanî, çawa di şairên serdema klasîk de wek babeteke sereke tête bikaranîn, her wisa di vehonandina hunerî û estetîkî ya Melayê Cizîrî de jî cihekî taybet û girîng digre. Di şi’ra wî ya lîrîk û coşîş de hêmanên ruh ên wek îhtîşam, hessasiyet, xwebawerî, ciwanî û baldarî derdikevin pêş. Di vê xebatê de armanca me ew e ku em ciwaniya ku Melayê Cizîrî li ser sekiniye bikolin û cureyên wê destnîşan bikin û binirxînin.










