Feminist Edebiyat eleştirisi bakımından Kürt (Kurmanci) öyküleri üzerine bir araştırma
| dc.contributor.author | Gün, Elif | |
| dc.date.accessioned | 2021-04-05T08:52:54Z | |
| dc.date.available | 2021-04-05T08:52:54Z | |
| dc.date.issued | 2021 | en_US |
| dc.date.submitted | 2021-02-02 | |
| dc.department | Enstitüler, Sosyal Bilimler Enstitüsü, Kürt Dili ve Kültürü Ana Bilim Dalı | en_US |
| dc.description.abstract | Di vê xebatê de bi rêbaza rexneya femînîst ya wêjeyî, sêzdeh berhem û ji wan berheman hevdeh çîrok û di van çîrokan de lehengên jin hatine analîzkirin. Bi van analîzan mabest ew e ku rewşa jinên Kurd, bi rêya çîrokên mêr û jinên kurd re, bi nêrîneke femînîst were xwendin. Bi vê xebatê me hewil da ku em nêrînên nivîskarên mêr û jinên kurd di derbarê jinan de dahûrînin û rewşa jinên ku di nava pergala baviksalarî, di bin pêkûtîyên mêrane û sazîyên mêrserwer de hatine bindestkirin derxînin holê. Di vê xebatê de heft berhemên nivîskarên mêr û çar jî yên nivîskarên jin ji alîyê lehengên jin û mijarên bingehîn yên bi baviksalarîyê ve girêdayî derxin holê. Di çîrokên nivîskarên mêr û jin yên ku daxilî vê xebatê bûne de leheng bi piranî jin in û mijarên van çîrokan li ser pirsgirêkên jinan, zayenda fikr û ramanên civakî, baviksalarî, perwerdehî, nasnameya yê. Di van çîrokan de lehengên jin hatine analîzkirin û jina di nav civaka baviksalarî de bi çi awayî daxilî van çîrokan bûne, hatiye dîyarkirin. Hatiye xwestin ku di afirandina lehengên jin de; bandora baviksalarîyê, rolên zayenda û fikrên civakî, zayendperestî bi çi awayî bandor li nivîskaran kirine, bê nîşandan. Di çîrokan de lehengên jin, ji alîyê xwe yê fîzîkî ve hatine şayesandin û bi zayenda xwe ve derketine pêş. Lehengên jin di çîrokan de, di nav sînorên civaka baviksalar û rolên zayenda civakî de hatine sînorkirin û jin wekî objeya van çîrokan xuya bûne. Di van çîrokan de nêrîna baviksalar ya li jinê, li ser nêrîna lehengên mêr jî hatiye analîzkirin û zîhnîyeta mêrserwer ya di van çîrokan de hatiye tesbîtkirin. Ev xebat ji sê beşan pêk tê. Di qisma destpêka xebatê de mijar û girîngiya xebatê, mebest, sînor, rêbaz, pirsgirêk û astengîyên xebatê hatine dîyarkirin. Di beşa yekemîn de li ser dîroka femînîzmê, cure û pêlên wê hatîye sekinandin. Di beşa duyemîn de li ser rexneya femînîst ya wêjeyî û di zimanê kurdî de li ser baviksalarîbûnê û di civaka kurdan de jin û di serdema nûjen de rewşa VIII jinên kurd hatiye rawestin. Di beşa sêyemîn de sezdeh berhem û hevdeh çîrok û babetên ku di van çîrokan de derketine pêş hatine analîzkirin. | en_US |
| dc.identifier.uri | https://hdl.handle.net/20.500.12639/2104 | |
| dc.identifier.uri | https://tez.yok.gov.tr/UlusalTezMerkezi/TezGoster?key=9MiDp3x86xrwjpi5-14w-SlFxfG6pufUUkADxIUnjuxAsuzQ7al64D-dHAvj9Rf6 | |
| dc.identifier.yoktezid | 662175 | |
| dc.language.iso | ku | |
| dc.relation.publicationcategory | Tez | en_US |
| dc.rights | info:eu-repo/semantics/openAccess | en_US |
| dc.subject | Feminist Edebiyat eleştirisi | en_US |
| dc.subject | Kürt Öykü Sanatı | en_US |
| dc.subject | Kadın | en_US |
| dc.subject | Kürt kadınları | en_US |
| dc.title | Feminist Edebiyat eleştirisi bakımından Kürt (Kurmanci) öyküleri üzerine bir araştırma | en_US |
| dc.title.alternative | Ji perspektîfa rexneya femînîst ve lêkolînek li ser çîrokên Kurdî (Kurmancî) | en_US |
| dc.type | Master Thesis |










