YEKEMÎN ÎNCÎLA KURDIYA KURMANCÎ Û HIN TAYBETMENDIYÊN WÊ

dc.contributor.authorSayım, İlyas
dc.contributor.authorErtekin, M. Zahir
dc.date.accessioned2026-07-13T12:09:23Z
dc.date.issued2024
dc.departmentMuş Alparslan Üniversitesi
dc.description.abstractÎncîl, ji aliyê bawermendên xwe ve wekî metneke pîroz tê qebûlkirin. Bi vê taybetiya xwe hertim bûye bingeha mîsyona teblîxê ya belavker û herwiha ji mêj ve li gelek zimanên cîhanê hatiye tercumekirin. Hin ziman cara ewil bi wergera Încîlê bûne zimanekî nivîskî û di hin zimanan de herçiqas berê berhemên menzûm hebin jî pexşanên pêşîn bi saya wergera metnên pîroz peyda bûne. Tradîsyon û pêvajoya pêşveçûnê ya wergerên Încîlê di her zimanekî de cuda ne û tevkarî, bandor, nîqaş û reaksiyonên curbicur li hemberî wan, mijarên hêjayî lêkolînê ne. Xeyn ji vê perspektîfa dîrokî û teolojîk, tê dîtin ku ji ber ku Încîl metneke bihecm e, di nav xwe de gelek malzemeyên zimanî dihewîne. Ev taybetî dikare ji bo lêkolînên zimannasiyê jî bibe bingeh. Lewra dengnasî, hevoksazî, watesazî, ferhengnasî, wergernasî û gelek qadên din ên lînguîstîkê dikarin li ser metna behskirî usûlên xwe yên taybet tetbîq bikin. Ev xebat li ser wergera Încîlê ya ewil ya bêkêmasî hatiye kirin û hin taybetmendiyên zimanî yên ku di nusxeya tam a sala 1872yan de tên dîtin hatine nirxandin. Taybetîyên vê berhemê bêyî ku li gorî pîvanên îroyîn ên rêzimana standart bên nirxandin, li gor dewr û konteksa xwe ya xusûsî hatine pêşkêşkirin. Xeyn ji vê yekê di derbarê naveroka berhemên din ên ku bi herfên ermenîkî hatine nivîsandin de û li ser mentiqê lîteratûra kurdî ya ku bi alfabeya ermenîkî hatiye sazkirin û li ser sedema pêwîstiya metnên bi vî şiklî agahî hatiye dayîn û şirove hatiye kirin.
dc.identifier.dergipark1413575
dc.identifier.doi10.56491/buydd.1413575
dc.identifier.endpage31
dc.identifier.issn2147-5679
dc.identifier.issue19
dc.identifier.orcid0000-0001-8606-0773
dc.identifier.orcid0000-0003-3519-9892
dc.identifier.startpage16
dc.identifier.urihttps://doi.org/10.56491/buydd.1413575
dc.identifier.urihttps://hdl.handle.net/20.500.12639/7701
dc.identifier.volume10
dc.language.isoku
dc.publisherBingol University
dc.relation.ispartofBingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi
dc.relation.publicationcategoryMakale - Ulusal Hakemli Dergi - Kurum Öğretim Elemanı
dc.rightsinfo:eu-repo/semantics/openAccess
dc.snmzKA_DergiPark_20250701
dc.subjectİncil
dc.subjectTercüme
dc.subjectKurmancî
dc.subjectErmeni Alfabesi.
dc.titleYEKEMÎN ÎNCÎLA KURDIYA KURMANCÎ Û HIN TAYBETMENDIYÊN WÊ
dc.typeArticle

Dosyalar