MELAYÊ CİZÎRÎ SEVGİ VE GÜZELLİĞİN ŞAİRİ (Nirxandina Pirtûkan)
Dosyalar
Tarih
Yazarlar
Dergi Başlığı
Dergi ISSN
Cilt Başlığı
Yayıncı
Erişim Hakkı
Özet
Ev pirtûk ji aliyê Halid Cemil Muhammed ve hatiye nivîsîn û di sala 2008an de ji aliyê Ümit Demirhan ve ji Erebî bo zimanê Tirkî hatiye wegerandin. Pirtûk 273 rûpel e û ji maqaleyekê, pêşgotinek, pênc beşên sereke û çavkaniyan pêk tê. Ji weşanxaneya Hîvda derketiye. Navê kitêbê yê orijinal bi Erebî “Cizîrî Şaîrul Hubb û Wel Cemal” e. ev nav wek “Sevgi Ve Güzelliğin Şairi” hatiye wergerandin. Maqaleya di serê kitêbê de hatiye nivîsîn a Ferhad Şakelî ye di derbarê helebesta Cezerî de. Sernav “Melayê Cizîrî’nini Şiirinin Estetik Boyutları (Buûdên Estetîk ên Helbesta Melayê Cizîrî )” ye. Ev maqale bi Îngîlîzî hatiye nivîsîn û Ayet Aram ji Îngîzî wergerandiye bi Tirkî. Pêşgotineke kurt e û di derbarê kêmasiyên alfabeya Erebî de ye û zêde bi mijara kitêbê re eleqeya wê tune. Her pênc beşên sereke yên ku wek temaya kitêbê pêk tînin ev in: 1- Di bin sernavên “Jiyan û îqlîma helbesta Cizîrî” de behs ji nîqaşên dîroka jidayîkbûn a Cizîrî û taybetiyên helbesta wî dike. 2- Di vê beşê de di bin sernava “Sevgi /Evîn” ê de 12 binbeşên cuda yên bi têkildarê evînê ne, îzah dike. 3- Di vê beşê de di bin sernava “Güzellik /Spehîtî-Rindî” ê de 4 binbeşên cuda yên bi têkildarê spehitiyê ne, îzah dike. 4- Di vê beşê de di bin sernava “Sarhoşluk /Mestî- Serxwoşî” ê de 3 binbeşên cuda yên bi têkildarê mestbûnê ne, îzah dike. 5- Wek beşa dawî di bin sernava “Bilgi ve Sevgi- Güzellik-Sarhoşluk Üçgeni /Sêgoşeya Zanîn û Evîn- Spehîtî-Mestiyê” de li peywendiya van têgehan a bi hevûdu re, disekine.










